Rûsya balyozên 4 welatan xwest wezareta karên derve
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê balyozên 4 welatan xwest wezareta xwe. Welatên ku Rûsya balyozên wan xwestiye baregeha xwe, ew welatin ku berê dîplomatên Rûsyayê derxistine derveyê welat. Welatên ku Rûsya wan xwestine Letonya, Lîtvanya, Estonya û Slovakyane.
Çekya berê 3 dîplomatên Rûsyayê, Letonya û Estonya her yek dîplomatekî û Estonya 2 dîplomatên Rûsan derxistibû derveyê welat.
Wê balyozên her 4 welatan sibê herin wezareta karên derve ya Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin