Hêzên artêsa Tirkiyê li Licê dest bi operasyona leskerî kirin
PeyamaKurd – Hêzên artêşa Tirkiyê, li çoltarê navçeya Licê ya Diyarbakirê dest bi operasyona leşkerî kirin.
Li gor zanyariyan, hêzên artêşa Tirkiyê li çoltarê mezraya Arikli ya navçeya Licê, dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Operasyona ku ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Diyarbekirê ve hatiye destpêkirin, bi koordîneya Wezareta Karên Hundir ve tê meşandin.
Wezareta Karên Hundir daxuyaniyek di derbarê operasyonê de weşand û da zanîn, operasyon bi tevlibûna hêzên cendirmeyên tîma taybet, (JOH), komandayên cendirme, polîsên tîmên taybet (POH) û cerdewanan hatiye destpêkirin û di operasyonê de 1130 karmend û 73 tîm cîh digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin