Trump li ser serê muhtemel yê Îranê daxuyanî da!

13 December 2024 09:15 0 dîtin
Trump li ser serê muhtemel yê Îranê daxuyanî da!

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê DYAyê Donald Trump amaje bi wê yekê kir ku her çend pirsgirêkên li Rojhilata Navîn aloztir bin jî, dikarin bi hêsanî çareser bibin û got, "Ez difikirim ku Rojhilata Navîn pirsgirêkek e ku ji ya ku li Rûsya û Ukraynayê diqewime hêsantir dikare were çareser kirin."

Trump bi kovara Time ya ku ew wek "Kesê Salê" hilbijart re hevpeyvîneke berfireh kir û li ser gelek mijarên siyaseta derve nirxandin kirin.

"Ez dixwazim ku her tişt bi dawî bibe"

Trump li ser gotinên xwe yên berê yên ku gotibû ew dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bibe, wiha got: (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu) Ew dizane ku ez dixwazim şer bi dawî bibe. Ez dixwazim her tişt bi dawî bibe. Ez naxwazim mirov bên kuştin. "Rûsya, Ukrayna, Filistînî û Îsraîlî yan jî komên din ên li Rojhilata Navîn be jî."

Trump destnîşan kir ku wî şerê Rûsya û Ûkraynayê li ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêşanî daye û got, Li gorî min Rojhilata Navîn pirsgirêkek e ku ji ya ku li Rûsya û Ukraynayê diqewime hêsantir dikare were çareserkirin. Ez difikirim ku wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Ev ji Rûsya-Ukrayna tevlihevtir e, lê ez difikirim ku ew dikare hêsantir were çareser kirin."

"Ji bo aştiyê çi pêwîst be ez piştgiriyê didim"

"Di dema we ya yekem de rêveberiya we ji bo çareseriya du dewletî planeke berfireh pêşkêş kir. Ma hûn hîn jî piştgiriyê didin vê planê?" Trump di bersiva pirsê da wiha got: "Ji bo aşitiyê çi pêwîst be ez piştgiriyê didim. Ji bilî çareseriya du dewletî fikrên din jî hene, lê ji bo ku ne tenê aştî, aştiyeke mayînde pêk bê ez piştgiriyê didim her tiştî. Sîstema ku dibe sedema trajediya her pênc salan nikare berdewam bike."

Dema ku ji Trump pirsa plana Îsraîlê ya "tevvekirina Şerîeya Rojava ya dagirkirî" hat pirsîn, Trump ji bersiva taybetî ya li ser Şerîa Rojava dûr ket û tenê got ku "aştî" li herêmê bi rêya çareseriya du dewletî an jî çareseriyên din ên alternatîf dixwazin.

"Her tişt dikare bibe"

Ji aliyê din ve li ser wê yekê ku wê Amerîka bi Îranê re bikeve şer yan na jî, Trump got, "Her tişt dibe. Rewş pir guherbar e."

Li ser pirsa gelo milyarderê Amerîkî Elon Musk ku wê di ekîba nêzîk a Trump de be, li ser navê wî bi Îraniyan re hevdîtin kiriye yan na, Trump diyar kir ku haya wî ji hevdîtineke bi vî rengî nîne û Musk agahiyek wiha nedaye wî.

Li ser pirsa gelo baweriya wî bi serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu heye yan na, Trump wiha bersiv da, "Ez ji kesî bawer nakim."