Îranê li ser hewla kustina Trump daxuyanî da

17 July 2024 11:27 0 dîtin
Îranê li ser hewla kustina Trump daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îdiaya ku welatê wî di hewla kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump de rol lîstiye red kir.

Kenanî derbarê mijarê de daxuyanî da.

Kenanî diyar kir ku li gor Îranê Trump sûcdar e ku fermana kuştina Generalê Îranê Qasim Silêmanî daye û wiha got: "Divê Trump ji aliyê dadgehan ve were darizandin û cezakirin. Îranê ji bo pêkanîna edaletê rêya qanûnî hilbijartiye."

CNN, Associated Press, New York Times û kovara Politico ragihandin ku karbidestên îstixbarata Amerîkî di hefteyên borî de gotine ku wan zanyarî li ser plana Îranê ya kuştina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump wergirtine.