Sêyemîn hewla kustina Trump hat pûçkirin!

14 October 2024 12:00 0 dîtin
Sêyemîn hewla kustina Trump hat pûçkirin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kesekî çekdar ku tê îdiakirin ku teşebûsa kuştina Trump kiriye, beriya mitînga hilbijartinê ya ku namzedê Serokomariyê yê Partiya Komarî Donald Trump li Kalîforniyayê li dar xistibû, hat girtin.

Şerîfê eyaleta Riverside Chad Bianco di daxuyaniyekê de got: "Dibe ku me hewildana sêyem kuştinê (li ser Trump) rawestand.

Bianco di wesayîta ku li noqteya kontrolê ya polîsan a li Geliyê Coachella ya ku nîv kîlometre dûrî qada ku wê mîtînga hilbijartinê ya Trûmp doh lê bê lidarxistin, hate rawestandin. Wî diyar kir ku wan dest danîne ser karteke sexte ya têketina mîtîngê, çekeke gulebarana ku bi qaçaxî hatiye desteserkirin, fîşekek û kovareke bi kapasîteya bilind.

Bianco diyar kir ku gumanbarê 49 salî, bi navê Vem Miller, tê bawer kirin ku endamê rêxistineke rastgir a dijî hikûmetê ye û plana kuştina Trump dike.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, Miller ku hatibû desteserkirin, paşê bi kefaleta 5 hezar dolarî bi tawana xwedîkirina çekên neqanûnî li benda dadgehê hat berdan.