Rûsya, li ser hewla kustina Trump daxwuyanî da

14 July 2024 15:08 0 dîtin
Rûsya, li ser hewla kustina Trump daxwuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê serokatiya dewleta Rûsyayê Dmitriy Peskov li ser hewla kuştina namzedê partiya Komarî ya Amerîkayê Donald Trump daxwuyanî da. Peskov got ku jiyana Trump di xeterê de ye û bawer nakin ku plana kuştina Trump, ji aliyê rêvebiriya Amerîka de hatiye kirin. Peskov di civîna çapemeniyê de weha got:

“Em bawer nakin ku hewla kuştina Trump ji aliyê rêvebiriya Amerîka de hatibe kirin. Gelek caran hewl dane an ku dozên Trump yên darizandinê hene ku dixwazin Trum ji seha siyasî dûr bixin. Ji bo çavdêrên ji derve de aşkeraye ku jiyana Trump di talûkê de ye.”

Ajansa fermî ta Rûsyayê TASS ragihand ku li ser bûyerê serokê Rûsyayê Vladimir Putin plan nake ku yekser li Trump bigere.