Trump: Wê serê Îranê ne demdirêj be...

26 June 2019 19:34 0 dîtin
Trump: Wê serê Îranê ne demdirêj be...

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, heger şerek li dijî Îranê biqewime, dê ne demdirêj be û wê negihîje wê radeyê ku şerê Îranê bikin.

Donald Trump ji Fox Business Networkê re bi rêya telefonê axivî û diyar kir: “Ez hêvî dikim ku şer neqewime, lê eger tiştek biqewime, em di rewşeke gelek bihêz de ne.”

Trump di heman demê de red kir ku di egera rûdana şer de ji hêzên bejahî sûdê werbigire û destnîşan kir ku dê tenê hêzên esmanî bi kar bînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump herî dawî li ser Twitterê ragihandibû, "Serokên Îranê ti car ji gotinên xweş fêm nakin. Mixabin tiştê ku jê fêm dikin hêz û şiyan e. Amerîka jî bi cudahiyeke mezin xwedî hêza leşkerî ya herî mezin a cîhanê ye ku di nava du salên derbasbûyî de trilyonek û 500 milyar dolar lê xerc kiriye".