''Trump di rojên dawî yên desthilatê de serê xwe bi Îranê re dike''

04 January 2021 10:31 0 dîtin
''Trump di rojên dawî yên desthilatê de serê xwe bi Îranê re dike''

PeyamaKurd – Siyasetmedar û nivîskarê naskirî yê Ereb û sernivîskarê rojnameya "Rey El Yewm" Ebdulbarî Etwan diyar kir, Donald Trump di rojên dawî yên desthilatê de, şerê xwe bi Îranê re dike.

Li gor Ebdulbarî Etwan do ji ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn, dema şerê Amerîka û Îranê, êdî eşkere zelal bûye wê şêrê Amerîka û Îranê yan di rojên dawî yên desthilata Donald Trump de, yan jî di destpêka desthilata Joe Biden de destpê bike.

Herwiha Ebdulbarî Etwan dide zanîn, dema Wezîrê Wizeya Îsraîlê dibêje, amade ne ji teqandina fîşeka re û her rêkeftineke nû ya ligel Îranê re, dibe merca hilweşandina temamî bernameya atomî. Ebdulbarî Etwan eşkere jî dike, di demeke nêzîk de wê şerek pêk were û ev şer yan wê di rojên dawî yên desthilata Trump yan jî di destpêka desthilata Joe Bide pêk were.