Ji Trump daxuyaniya Rojava: Dorpêçên mezin tên, dê serên bêdawî bidawî bibin!

14 October 2019 15:35 0 dîtin
Ji Trump daxuyaniya Rojava: Dorpêçên mezin tên, dê serên bêdawî bidawî bibin!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku bi biryara wî ya vekişîna leşkerên Amerîkî re dest pê kiribû car din daxuyaniya dan û ji bo Tirkiyê got, “Dorpêçên mezin tên!”

Trump gotinên xwe yên ku Kurd û Tirk 200 sal in şerê hev dikin dubare kirin û da zanîn ku ew naxwazin bikevin nav şerekî din û got, dibe ku Kurd ji bo me bixin nav şer hin DAIŞîyan berdidin.”

Serokê Amerîka di twîtên xwe de herwiha Ewropa jî bi wernegirtina girtiyên DAIŞê sûcdar kir ku dixwazin Amerîka bedelê wê bide û li ser êrîşên Tirkiyê jî wiha got:

‘Dorpêçên mezin ji bo Tirkiyê tên! Gelo çawa difikirin ku em bi Tirkiyeya endama NATOyê re bikevin şer? Dê şerên bêdawî bidawî bibin!”

Trump herî dawî jî got, 'Yên ku em xistina nav aloziya Rojhilata Navîn yên dixwazin li wir bimînin in!'