"Trump îdî nikare bi serê xwe serê Îranê ragihîne"
PeyamaKurd - Meclisa Nûneran a Amerîkayê ku yek ji du baskên Kongreya Amerîkayê ye, li ser Qanûna Rayedarkirina Berevaniya Neteweyî ya 2019an guherînek kir û bi vê yekê rê li ber Serokê Amerîkayê Donald Trump girt ku ew bêyî destûra Kongreyê bikaribe biryarê bide ku mudaxeleya eskerî bibin ser Îranê.
Pêşniyaza Keith Maurice Ellisonê ji Meclisa Nûneran e û di heman demê de jî endamê Partiya Demokrat e ji hêla Partiya Demokratê ve û ji hêla Komarparêzan ve jî hat pesendkirin û bi yekdengî hat qebûlkirin.
Ellison der barê guherandinê de ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Meclisa Nûneran vê hefteyê bi qebûlkirina guherandina du partiyan va bi awayekî eşkere îfade kir ku di destê Serok (Donald Trump) de qanûneke erka biryara êrîşeke eskerî ya li hemberî Îranê bide, tuneye. Ev guherandina du partiyan a bi yekdengî li hemberî vekişîna Trump a ji peymana bi Îranê re û gotinên wî yên neyartiyê yên her diçe zêde dibin bersiveke xurt bû. Kongreyê îro ji bo paşvehildana desthilatê di mijara bikaranîna hêza eskerî de dest bi xebatê kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin