Zelenski, fermandarê hêzên hewayî yê Ûkraynayê ji ser karê wî girt

30 August 2024 23:17 0 dîtin
Zelenski, fermandarê hêzên hewayî yê Ûkraynayê ji ser karê wî girt

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski piştî balafira şer ya Ûkraynayê ya F-16 ji aliyê Rûsyayê de hat xistin an jî ket, fermandarê hêzên hewayî yê Ûkraynayê Mykola Oleshchuk ji ser karê wî girt.

Zelenskiy ber destê êvarê daxwuyanî da û tê de weha got:

"Min biryarê da ku fermandarê giştî yê hêzên hewayî biguherînim. Ez minnetdarê temamê pîlotên me yên leşkerî me.”

Zelenskiy, sedema girtina ji ser kar ya fermandarê hêzên hewayî negot lê got ku divê xebatkar bên parastin û fermandarî ji asta jêr heya asta jor bê xwurtkirin.

Serokerkaniya Ûkraynayê jî di daxwuyaniya xwe de got ku dê bi awayê demkî Korgeneral Anatoliy Kryvonozhka fermandariya hêzên hewayî bike.

Rêvebirekî DYAyê ji bo ajansa Reutersê ragihandiye ku dibe balafira F-16 di encama lêdana Rûsya de neketibe û ji xetayê pîlot heya ariza teknîkî ya balafirê li ser sedeman radiwestin.