Wezareta Pêsmerge li ser sehîdkirina Pêsmergeyekî din bi destê PKKê daxuyanî da
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê şehîdbûna Pêşmergeyekî din li nehiya Derkarê ya Zaxoyê de daxuyanîyek belav kir.
Wezareta Pêşmerge, daxwaz ji hevpeymanan û hikûmeta Iraqê kir, bi rola xwe ya rawestandina van êrîşan rabin û ji bo êrîşkariya PKKê jî destnîşan kir, “Divê hêzên PKKê ji wê têbigihin ku bi van kiryaran ti armancan pêk nayîne û tenê gelê me baca mezin dide. Hêzên Pêşmerge jî di asta berpirsiyariya xwe ya mezin di parastina bajar, gund, gelê Kurdistanê, destkeftên Hiikûmeta Herêmê, Parlemento û saziyan de dibin.”
Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:
Îro demjimêr 7:00 li navçeya Şeranşê li nehiya Derkarê ya ser bi qezaya Zaxo ve, careke din di berdewamiya wan bûyerên nexwastî yên çend rojên borî de, Pêşmergeyekî bi navê Rezwan Mihemed Elî şehîd bû.
Di heyama sê rojên borî de, ev cara duyem e bûyera nexwastî ya ji vî awayî rû didin, em di Wezareta Pêşmerge de van kiryaran bi tundî şermezar dikin ku di berjewendiya dijminan neyarên gelê de ye.
Em bang li hemû hevpeymanan û Hikûmeta Iraqê dikin ku rola xwe ya aktîv û bi bandor di rawestandina van destdirêjiyan û parastina deverên sînorî yên Herêmê û ligel hêzên Pêşmerge de bigirin.
Divê hêzên PKKê ji wê têbigihin ku bi van kiryaran ti armancan pêk nayîne û tenê gelê me baca mezin dide. Hêzên Pêşmerge jî di asta berpirsiyariya xwe ya mezin di parastina bajar, gund, gelê Kurdistanê, destkeftên Hiikûmeta Herêmê, Parlemento û saziyan de dibin.
Wezareta Pêşmerge tekez dike ku parastina serweriya xaka Herêmê li pêşiya karê xwe ye û rê nade ti hêz û aliyan sînorên wê bixe metirsiyê, ji bo vê jî bi mafê xwe dizane ku bi hemû hêzên demokratîk û welatên dost re bibêje ku erkê Pêşmerge parastina aştî, azadî û derkirina terorîstên DAIŞ'ê ye ne şerekî nexwestî ye.
Sersaxî li malbat, kesûkar û hevserngerên şehîd Rezwan dikin û başbûna bilez jî ji birîndarên vê bûyerê re dixwazin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin