Wezareta Pêsmerge: Destên qirêj ên terorîstan nikarin aramiya Herêma Kurdistanê têk bibin
PeyamaKurd – Derbarê êrîşa moşekî ya şeva borî li Hewlêrê, Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê êrîş şermezar û diyar kir, tu demekê destên qirêj ên nehez û terorîstan nikarin aramî û avadaniya Herêma Kurdistanê têk bibin.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro bi daxuyaniyekê, êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir, di bi awayekî tund li hember wan rawestin ku dixwazin aramî, asayîş û avadaniya Herêma Kurdistanê têkbidin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hate kirin ku hemwelatî û xelkê ezîz yê Kurdistanê em piştrast dikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam amade ye bo berevanî û parastina selametiya gel û axa Kurdistanê.
Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, niha ji hemû demekê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziyê, yekhelwêstiyê û yekdengiyê heye. ‘‘Bi îradeya bilind a ji pola ya Pêşmergetiyê ve, em terorîstan dê têkbibin û rê nadin bi tu awayekî jiyana hemwelatiyan bikeve metirsiyê.’’
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin, her êrîşek bo ser hêzên hevpeyman, êrîş kirine li ser Pêşmerge û xelkê Kurditanê. ‘‘Em li gel dostên xwe yên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, rêyeke dûr û salên dirêj me li gel hev li eniya tekoşîna teror û têkşikandina terorîstan ji bo seqamgirî û asayîşa herêm û navçeyê de kar kiriye’’
Wezareta Pêşmerge serxweşî li qurbaniyên bûyerê kir û hêviya selametî û şîfaya bilez ji bo birîndaran xwest û hêvî û daxwaza aramî û asayîş bo herêma Kurdistanê xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin