Çekdarên DAISê dîmenê sehîdkirina Pêsmergeyekî belav kir
PeyamaKurd – Salek bere li sînorê Germiyan, li gundê Belege ya sînorê qezaya Kifrî, du hevwelatiyên Kurd, ji alîyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin. Yek ji wan hat azadkirin û yê din jî, do dîmenê şehîdkirina wî ji aliye çekdarên DAIŞê ve hat belavkirin.
Li gor zanyariyan, ev hevwelatî berê Pêşmerge bû û wek di wê vîdyoyê de dîyar dibe, bi awayekî gelekî hovane hatiye serjêkirin û şehîd kirin.
Herwiha li gor Rêvebirê Nahiyeya Zinane ya ser bi qeza ya Kifrî Cemal Selah ragihand, ew kes dema nêçîrvaniyê dike ji alîyê DAIŞê ve hatibû revandin, navê wî Esed Elî ye û rûniştvanê gundê Qela ya sînorê Zinane bû û berê Pêşmerge bû. Di meha Sibata sala berê, ji alîyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin