Konsolê Amerîka li ser sehîdkirina 6 Pêsmergeyan bi destê PKKê serdana parlamentoyê kir

15 June 2021 15:10 0 dîtin
Konsolê Amerîka li ser sehîdkirina 6 Pêsmergeyan bi destê PKKê serdana parlamentoyê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Konsolê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê, li ser şehîdkirina 6 Pêşmergeyên Kurdistanê bi destê çekdarên PKKê, serdana Parlamentoya Kurdistanê kiriye û serxweşî daye.

Biryarderê lijneya navxwe li Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Konsolê Amerîkayê hate Parlamentoya Kurdistanê û ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyan ji aliyê PKKê ve serxweşî li me kir. Herwiha behs kir ku li gel wan PKK rêxistineke terorîste û piştevaniya wan bo herêma Kurdistanê dê berdewam be û got ew peywendiya me ya heyî jî ti demekê sist nabe.”

Mihemed diyar kiriye: “Konsolê Amerîkayê daxwaz kir hûrgiliyên şer û aloziyên Tirkiyê û PKKê bo wan di raportekî de amade bikin û piştî civîna li gel wan pêk hat, li gel hemû hûrgiliyan li ser rêçareyekî dê bifikirin.”

Biryarderê lijneya navxwe li Parlamentoya Kurdistanê bi bîr xist: “PKK ji sala 1991ê ve ti xweşiyek bo xelkê navçeyê nehiştiye, li ser çareseriyeke mayînde fikirandin tê kirin.”