Putin: “Amerîka bombeyên mîsketê bi destê artêsa Ûkraynayê bikartîne”
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Soçiyê pêşwaziya serokê dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko kir. Piştî behsa têkiliyên navbera her dû dewletan hat kirin, pirsên rojnamevanan bersivadin û li ser pirsa bikaranîna bombeyên mîsketê Putin got:
“Ûkrayna di şer de heya ji dest tê, bombeyên mîsketê bikartîne. Yê bombeyên mîsketê bikartîne Amerîkaye. Vêya tenê bi destê artêşa Ûkraynayê dike. Tevî Amerîka dizane bikaranîna bombeyên mîsketan qedexeye, îznê dide. Di roja me de pirsgirêka esasî ya navdewletî ev e.
Ji ber vê ye ku di seha navdewletî de gelek welat destekê didin me. Hema hema her dewlet ji vê rewşê razî nîne. Dibêjim hema hema. Welatên hevkarên Amerîka jî ji rewşê hez nakin.”
Di mijara muzakereyan yên bi Ûkrayna re Putin got:
“Me ti carê muzakereyan red nekiriye. Eger Ûkrayna jî dixwaze bila raste rast bêje. Ez dibêjim lê ji terefê dinê ti xeber dernayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin