Putin ji bo kontrola Wagnerê bixe destê xwe dest bi xebatê kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo desthilata grûba Wagnerê bixe destê xwe dest bi xebatê kir. Serokê Wagnerê li hemberê Rûsyayê serî hildabû, ketibû nav meşê û artêşa Rûsyayê bi êrîşa ser leşkerên Wagnerê tewanbar kiribû. Ji ber niha serokê Wagnerê çûye Belarûsê û dev ji Wagnerê berdaye, serokê Rûsyayê Putin ji bo karibe kontrola Wagnerê bike dest bi xebatan kir.
Li gor ragihandina rojnama The Wall Street Journalê; ji wezareta karên derve ya Rûsyayê navên di asta bilind de bi Sûriye, Komara Afrîka Orte û hukumeta Maliyê re ketine nava têkiliyan. Di vê babetê de cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershi di dawiya heftê de ji bo bi Beşar Esed re biaxife çûye Şamê. Ji Esed xwestiye ku hêzên Wagnerê bê kontrola Rûsyayê bila ji Sûriyê dernên. Nivîsîngeha Esed jî ragihandiye ku di vê çarçoveyê de behsa mijarê kirine. Li gor ragihandinê; do ferman dane ku hêzên Wagnerê herin baregeha di kontrola wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ya ku li Lazkiyê ye û hêzên Wagnerê fermanê bicîh aniye.
Rêvebirên Rûsyayê her weha li serokomarê Komara Aftîka Orte geriyane. Bi telefonê li serokkomarê dewletê li Faustin Archange Touadera geriyane ku ji parastvanên serokkomar hinek ji wan ji hêzên Wagnerê ne. Şêwirmendê serokkomarê Komara Afrîka Fidele Gouandjika jî ragihandiye ku mijara Wagnerê mijara navxwe ya Rûsyaye û ji aliyê dewleta wan de mijar girîng nîne.
Balafirên jet yên wezareta rewşên lezgîn yên Rûsyayê ji bo hezên Wagnerê dewama xebata xwe ya li Maliyê dewam bidin kirin û li herêmê berjewendiyên Rûsyayê biparêzin, di navbera Sûriyê û Maliyê de diçin û tên. Li ser mijarê nûnerê seha Sahelê yê berê yê Amerîkayê J. Peter Pham mijkarê weha ragihand:
“Wangerê kir ku desthilata Rûsyayê zêde bibe û hukumeta Rûsyayê naxwaze dev jê berde.”
Li dora 6 hezar leşkerên Wagnerê ji bilî Rûsya û Ûkraynayê, berya şer li Komara Afrîka Orte asayîşa taybet temîn dike, mayînan paqij dike. Li Sûriyê bîrên petrolê diparêze û herêmên di destê hukumata Sûriyê de diparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin