Kontrola bajarê durziyan, Suweydayê ji destê artêsa Esed derket

07 December 2024 12:31 0 dîtin
Kontrola bajarê durziyan, Suweydayê ji destê artêsa Esed derket

PeyamaKurd – Navenda parêzgeha Suweydayê yê li başûrê Sûriyeyê ket bin kontrola grûpên çekdar.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, komên xwecihî yên li parêzgeha Suweydayê ku piraniya şêniyên wê durzî ne, kontrola navenda parêzgehê bi dest xistine.

Di hevdîtina xwe ya duh de ya li gel hêzên rejîmê, komên ji Suweydayê ji rejîmê Esed xwestine ku hêzên xwe ji parêzgehê vekişînin

Tê gotin ku wan koman 24 saet dem dabûn hêzên rejîmê da ku ji bajêr derkevin.