Elî Cohen : Kontrola Xezze dê di destê Îsraîlê de be
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen ragihand ku piştî şerê li Kertê Xezzeyê dê konrola ewlehiya wê derê di destê Îsraîlê de bimîne û heger kontrol di destê Filîstinê de bimîne, çareserî nîn e.
Eli Cohen, ji bo kanal 12 ya İsrail’ê axifî û li ser gotar û pêşniyarên ku di paşerojê de, piştî şerê bi Hamasê re, hiştina kontrola Xezzeyê bo Filistînê got:"Yên ku 'di kontrola Filistînê de hiştinê' wek çareseriya sivîl dibînin rast nafikirin û hiştina kontrola Xezzeyê bo Filstînê çareserî nîn e".
Cohen anî ziman ku ji bo ewlehiya Îsralê ji Rûbara Urdunê heta Behraspî dê hemû konrol her di destên Îsraîlê de bimîne û ji bo ku careke din çek nekeve Xezzeyê jî dê ewlehiya Xezzeyê Îsraîl kontrol bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin