Grûbên muxalif li bajarê Suweydayê 24 seet wext dan hêzên rejîmê da ji bajêr derên
PeyamaKurd – Li gor ragihandina TV ya SUWAYDA24ê: li bajarê başûrê Sûriyê li Suweydayê grûbên muxalif 24 seet wext dan hêzên rejîma Sûriyê da terka bajêr bikin. Her weha hat ragihandin ku muxalif baregeha asayîşê ketiye destê muxalifan.
Bajarê Suwaydayê bi hesêb nûfûsa xwe piraniya wê xelkê Durzî ne. Hat gotin ku nûnerên grûbên muxalif yên xwecîh bi heyeta rejîmê de civiyane, ji wan re gotine ku di bajêr de şer naxwazin û 24 seet wext dane wan da terka bajêr bikin.
Salekiye ku li bajarê Suwaydayê li dijî rejîmê çalakiyan dikin ala myxalefetê bilind dikin.
Li aliyê dinê grûbên muxalif di 5ê mehê de bajarê Hamayê xistibûn destê xwe ku bajarekî bi hesêb ciyê xwe, rê vedike ku muxalif karibin ber bi Şamê de herin.
Li aliyekî jî Rûsya ji hemwelatiyên xwe xwestiye ku ji ber şer terka Sûriyê bikin û dikarin di rêya balafirxaneyan de wekî bazirganî terka Sûriyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin