Li Myanmarê grûbên çekdar bajarên Lashio û Mogok ji hêzên dewletê sitendin

25 July 2024 22:09 0 dîtin
Li Myanmarê grûbên çekdar bajarên Lashio û Mogok ji hêzên dewletê sitendin

PeyamaKurd – Li Myanmarê grûbên çekdar li hemberê hêzên hukumeta cûntayê ketin nav tevgerê û bajarên Lashio û Mogokê xistin destê xwe. Artêşa Hevkariya Demokratîk ya Netewî ya Myanmarê (MNDAA) ragihand ku bajarê Lashio bi temamî xistine destê xwe û artêşa Rizgariya netewî ya Ta’ang (TNLA) jî got ku bajarê Mogokê bi temamî xistiye destê xwe. Artêşa Myanmarê ya dewletê agahiyê derew derdixe.

MNDAA, di ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihandina xwe kir û got ku piştî şerê 23 rojan bajarê Loshio û di nav bajêr de, baregeha leşkerî bi temamî xistiye destê xwe. Di daxwuyaniyê hat gotin ku bajêr ji sînorê Çînê 110 km dûre û serkeftina wan ya dîrokiye.

TNLA jî di ser hesabê we yê Telegramê ragihand ku bajarê Mogokê bi temamî xistiye dest ku bajarê Mogokê bajarê navendê yê sanayiya mucewherên madenîye.

Berdevkê artêşa Mynamarê Tumgeneral Zaw Min Tun, ji bo rojnamevanan peyam şandiye û gotiye ku her dû bajar di destê artêşa hukumatê de ne û dixebitin da her dû grûbên çekdar ji deverê paqij bikin.

Artêşa Myamarê di sala 2020an de li Myanmarê derbe kiribû û heya niha ji ser hukum nayê xwarê, hilbijartinan nake û derbasî demokrasiyê nabe.