Fuad Huseyin: Hukumet bi grûbên çekdar re hevdîtinan dike da çekên xwe deynin

16 January 2025 23:34 0 dîtin
Fuad Huseyin: Hukumet bi grûbên çekdar re hevdîtinan dike da çekên xwe deynin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn ji bo ajansa Reutersê ragihand ku hukumeta Iraqê bi grûbên çekdar yên Iraqê re muzakereyan dike û dixwaze wan grûban razî bike da çekên xwe deynin. Huseyîn got:

“Bi gelek lîder û partiyên siyasî re hevdîtin destpêkirin. Em hêvî dikin ku lîderên siyasî qebûl bikin da grûbên wan çekên xwe deynin û bibin perçekî ji artêşa Iraqê.”

Tê zanîn ku hukumeta Iraqê, grûbên ku ji wan dixwaze çekan deynin, tev layangirê Îranê ne û di rabirdûyê de êrîşan kirine ser hêzên DYA û Îsraîlê.

Hewla hukumeta Iraqê dikeve wextê ku li Rojhilata Navîn gelek guherîn çêdibin, Îran li Xeza û Lubnanê qels bûye û li Sûriyê têkçûye. Ev jî bandorê li ser mêzêna herêmê dike.

Fûad Huseyîn got ku daxwaza xwestina berdana çekan ya ji van grûban 2 sal an 3 sal berê gelek bi zahmet bû.

Di 20ê mehê de Trump dest bi kar dike û wê zorê bide ser Îranê. Êrîşên grûbên çekdar li Iraqê mêzênê dixe talûkê. Iraq hewl dide ku di navbera Îran û DYA de mêzênekî deyne lê talûke heye ku zerarê jî bibîne. Li ser mijarê wezîr wezîr Fûad Huseyîn got:

“Em dixwazin bi Washingtonê re têkiliyên xwe yên baş dewam bikin lê em nikarin tiştekî bêjin bê dê Trump li hemberê Iraqê an Îranê siyasetekî çawa bimeşîne û hêj zûye ku em tiştekî bêjin.