Nexserêya grûbên çekdar yên li hemberê hukumeta leskerî ya Myanmarê askera bû

01 February 2024 00:12 0 dîtin
Nexserêya grûbên çekdar yên li hemberê hukumeta leskerî ya Myanmarê askera bû

PeyamaKurd – Li Mynamarê li hemberê hukumeta leşkerî grûbên çekdar nexşerêya xwe ragihandin. Eger hukumeta leşkerî re nexşerêyê qebûl bike, dikarin hevdîtinên aştiyane bikin.

Grûbên nexşerêyê çêkirine, sîvîl hukumeta ku li hemberê desthilata leşkerî têdikoşin, Hukumeta Yekîtiya  Netewî (NUG) û grûbên çekdar Cepha Netewî ya Chinê, Yekîtiya Netewî ya Karenê û Partiya Pêşdeçûnê ya Karenê ne. Di daxwuyaniyê de di nava hedefên nexşerêyê de ‘dawîanîna li hukumeta artêşê û temamê hêzên artêşê bidin bin emrê hukumeta hilbijartî” heye.

Divê destûrekî nûh bê ragihandin û bi aştiyane derbasî sîstema demokratîk bibin. Eger artêş vêya qebûl bike, bê qeyd û şert amade ne ku dest bi hevdîtinan bikin.

Hat gotin ku derbe sê sale bûye û rêvebiriya leşkerî ya Myanmarê cara 5ê ye ku ji bo 6 mehan rewşa awarte desthilatê dirêj dike.

Derba leşkerî li Myanmarê di sala 2021an de çêbû û sedem jî hat nîşandan ku di hilbijartina 2020an de hîle xistine nav hilbijartinan.