Hukumet û 14 grûbên çekdar lihev kirin

03 February 2019 12:24 0 dîtin
Hukumet û 14 grûbên çekdar lihev kirin

PeyamaKurd- Li payîtexta Sûdanê li Hartûmê hukumeta Komara Afrîka Navîn û 14 grûbên welatê wan, 10 rojan li Hartûmê hevdîtinan kirin û di encamê de lihev kirin. Îhtîmla heye di nava rojê de naveroka peymana wan bê ragihandin. Hevdîtina her dû aliyan li Hartûmê li Akademiya Lêkolînên Stratejîk hat kirin.

Komîserê Aştî û Ewlekariya Yekîtiya Afrîkayê Smael Chergui got ku îro bo xelkê Komara Afrîka Navîn rojeka gelek girîng e. Chergui behsa girîngiya bûyerên borî kir ku gelek girînge li paş bimînin û peyman bo aştî û aramiya pêş pêngaveka girîng e.

Di hevdîtinan de serokê heyeta Komara Afrîka Navîn wezîrê dewletê Firmin Ngrebada bû. Di beyana xwe de ragihand ku di reşbeleka peymanê de amade bûye û weha got:

“ Di hevdîtinan de em li ser temamê daxwazên grûban lihev hatin. Em ji encamê razîne û di bicîhanîna peymanê de em gelek xweşbînin.”

Ji grûban temsîlkarê grûba antî-Balaka Ludovic Igor Berenger Lamaka ragihand ku dê Peyman aştiyê bîne welatê wan û Lamaka weha got:

“Ez bi kêfxweşî dikarim bêjim aştî serdest hat. Yê ku qezenc kir xelkê Komara Afrîka Navîn e.”