Di lihevxistina çekdarî ya Sêwerekê de, dozger biryara binçavkirina 19 gumanbaran da

31 August 2024 17:36 0 dîtin
Di lihevxistina çekdarî ya Sêwerekê de, dozger biryara binçavkirina 19 gumanbaran da

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê li gundê Areşê (Bayırözü) di lihevxistina bi sîlihan de 3 kes miribûn û 4 kes birîndar bûbûn. Serdozgeriya navça Sêwerekê biryara binçavkirina 19 gumanbaran da.

Bi fermana serdozgeriyê, binçavkirina 19 kesan ji aliyê fermandariya cendirmeyan ya Sêwerekê de hat kirin. Piştî cendirme îfadên gumanbaran girt, wan şand dadgeha sêwerekê.

Di pêvajoya pêşiyê de, dê biryara serbestberdan an zîndanîkirina gumanbaran, dê bibe ya dadgehê. Navê gumanbaran nehat ragihandin.