HTS ji bo lihevkirina projeyekê bi piraniya komên çekdar re dicive

20 October 2022 12:02 0 dîtin
HTS ji bo lihevkirina projeyekê bi piraniya komên çekdar re dicive

PeyamaKurd – Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra) ji bo lihevkirina li ser projeyekê ku hemû aliyên çekdar razî dike, bi piraniya komên çekdar ên “Artêşa Niştimanî” ya opozîsyona Sûriyê re civiya.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, Heyet Tehrîr El-Şamê şeva borî bi piraniya komên çekdar ên ser bi "Artêşa Niştimanî" ya opozîsyona Sûriyê ve civiya ji bo lihevkirina li ser projeyekê ku hemû aliyên çekdar razî dike.

Hat zanîn ku Tehrîr El-Şam rijd e ku rêveberiyeke yekgirtî li herêmên Efrîn, Ezaz, Bab û heta Cerablusê yên ku Tirkiyê ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê bi operasyonên bi navê “Mertala Firatê” û “Şaxê Zeytûnê” dagîr kirine bê avakirin, lê komên ser bi Artêşa Niştimanî vê daxwaza HTŞ red dikin.