Piraniya alî û komên çekdar ên Sîe gefê dixwin

12 October 2021 11:39 0 dîtin
Piraniya alî û komên çekdar ên Sîe gefê dixwin

PeyamaKurd – Encamên destpêkê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, rastî neraziya piraniya alî û komên çekdar ên Şîe hatin. Herwiha gefê dixwin û encamên ji aliyê komisyona hilbijartinan ve hatine ragihadin, red dikin.

Piştî eşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, Hevpeymaniya Fetih a Heşda Şeibî li seranserî Iraqê tenê 16 kursî bi dest xistin û %70 dengên xwe ji dest dan.

Hevpeymaniya Fetih piştî vê şikestina mezin diyar kir, Komisyona Bilind a Hilbijartinan, pabendî rêkarên yasayî nebû û ew ê giliyê li ser encamên hilbijartinê tomar bikin.

Herwiha di derbarê wê de Berpirsê Ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbulla yên Iraqê Ebû Elî Esker eşkere kir, ev hilbijartin mezintirîn proseya xapandina gelê Iraqê di dîrokê de ye û gef xwar: “Em ê her tiştî vegerînin rêya wê ya rast.”

Ebû Elî Esker daxwaz ji komên din ên Heşda Şeibî kir ku xwe ji “qonaxa hestiyar” re amade bikin û da zanîn: “Heşda Şeibî bi awayekî sereke hatiye armanckirin” û divê ew berevaniyê li xwe bikin.