Gefên komên çekdar ên li Iraqê li ser Îsraîlê

01 July 2024 10:57 0 dîtin
Gefên komên çekdar ên li Iraqê li ser Îsraîlê

PeyamaKurd – Eniya Berxwedana Iraqî gefa berfirehkirina operasyonên xwe yên bilez xwar, eger Îsraîl êrîşeke berfireh li dijî Lubnanê bike.

Di daxuyaniya Eniya Berxwedana Iraqê de hat gotin, "Piştî gefên Îsraîl û DYAyê yên ji bo destpêkirina şerekî berfireh li dijî Lubnanê, eger Îsraîl êrîşeke berfireh bike, em ê bi lez û bez operasyonên xwe berfireh bikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "berjewendiyên DYAyê yên li Iraq û herêmê wê ji bo berxwedêran bibe hedefa rewa" û wiha hat gotin: "Ji bo komkujî û qirkirinên li Filistînê divê helwesteke tund hebe, ne bi petrol û pereyên Iraqê piştgirî bide alîgirên Îsraîlê."