Putin, ligel fermandarê berê yê Wagnerê civiya
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin bi yek ji fermandarên berê yên koma çeteyên Wagnerê Andrey Troshev re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Yunus-Bek Yevkurov jî duh li Koşka Kremlînê beşdarî civîna Serokê Rusyayê Vladimir Putin a bi fermandarê berê yê Wagnerê Andrey Troşev re bû.
Hat diyarkirin ku Putin ji Troshev re got: "Di civîna dawî de me behsa wê kir ku hûn beşdarî avakirina yekîneyên dilxwaz ên ku dikarin gelek mîsyonên şer pêk bînin, bi taybetî li herêma operasyona leşkerî ya taybet.
Di yekîneyeke wiha de salekê zêdetir we şer kir. Hûn dizanin ew çi ye û çawa tê kirin. Hûn ji berê de pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin ji bo ku operasyonên şer bi awayê herî baş û serkeftî bidomin dizanin.
Hûn bi hevalên xwe yên ku we bi hev re şer kiriye re têkiliyên xwe berdewam dikin û niha jî van erkên xwe yên şer berdewam dikin."
Putin diyar kir ku temînata civakî ji bo her kesî derbasdar e, bêyî ku rewşa kesên ku erka xwe ya şer dikin bila bibe, her kesê ku ji bo welatê xwe têdikoşe, statûya xwe çi dibe bila bibe, di vê wateyê de wekhev e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin