Rêberê Wagnerê, bang li Putin kir: Ser rawestîne!
PeyamaKurd- Rêberê Wagnerê Prigojin, bang li Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin kir ku şerê ku ev ji salekê zêdetir e li Ukraynayê berdewam dike, rawestîne.
Prigojin, di banga xwe ya ku ji bo Putin kir de got ku "Me gelek leşkerên Ukraynayê kuştin, em gihîştin armancên xwe û banga rawestandina şerê li Ukraynayê kir.
Serokê Kompaniya leşkeriya bi pere ya Rusyayê Yevgeny Prigojin, di nivîsa xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir de got,
"Vêbijêrka herî guncaw, li ber destê me ew e ku em ragihînin ku operasyona leşkerî ya taybet bi dawî bûye û Rusya gihîştiye armancên xwe. Ya rast, bi awayekî armanc bi cih hat. Me hejmareke mezin ji leşkerên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê kuşt û em dikarin bibêjin ku peywira me bi cih hat.
Rusyayê, ji mêj ve serjimêra zilamên karker ên Ukraynayê tune kir û çavên yên ku reviyane Ewropayê jî tirsandin û bi awayekî teorîk ev kar hatiye bi dawîkirin. Piraniya Deryaya Azov, Deryaya Reş û Ukraynayê axên hatin desteserkirin. Korîdora bejahî ya ku heta Kirimê dirêj dibe hat çêkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin