‘Rûsya ji bo ku Sûriyê bi temamî bixe kontrola xwe, saziyên ewlehiya Esed diguherîne’
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên medya Erebî, Rûsya di demên dawî de destwerdana nav saziyên rejîa Şamê zêde kiriye û hewl dide bi guhertina saziyên ewlehiyê re kontrola xwe bipeyitîne.
Rojnameya El Erebî El Cedîd bi sernavê "Guhertinên di saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de; Elî Memlûk jê dûr e" nûçeyek belav kir ku tê de hatiye gotin, Beşar Esed bi çavdêriya Rûsyayê di saziyên ewlehiyê de gelek guhertin çêkirin, efserên di lîsteyên cezayan ên Ewropa û Amerîkayê de erkdar kirin û herwiha serokê nivîsgeha ewlehiyê Elî Memlûk jî guhert.
Hatiye diyarkirin, efserekî berê yê Sûriyê yê bi navê Yusif Hemûd gotiye, Rûsya Memlûk ji erkeke siyasî re amade dike û Moskow ev demek e saziyên ewlehiyê ji nû ve sazûman dike.
Hatiye destnîşan kirin ku mebesta Rûsya bi vê yekê saziyên ewlehiyê di bin yek banî de kom bike û wan pê kontrol bike ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin