Balafirên ser ên Sûriyê û Rûsyayê, li devera di bin kontrola komên opozisyonê de da

29 November 2024 13:40 0 dîtin
Balafirên ser ên Sûriyê û Rûsyayê, li devera di bin kontrola komên opozisyonê de da

PeyamaKurd – Çavkaniyên artêşa Sûriyê û opozisyonê ragihand ku balafirên şer ên rûsî û Sûriyê do pêncşemê (28.11.2024) deverên li bakurê rojavayê Sûriyê yên di bin kontrola komên serhildêran de li nêzîkî sînorê Tirkiyê bombebaran kirine.

Grûpên opozisyonê bi serkêşiya çekdarên rêxistina Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) roja çarşemê êrîşek li ser bêtirî deh bajarok û gundên li bakurê rojavayê Helebê pêk anîn ku ji aliyê hêzên ser bi Beşar el-Esed ve dihatin kontrolkirin.

Ev êrîş ya herî mezin e ji adara 2020an vir ve, dema ku Rûsya ku piştgirîya Esed dike û Tirkîyê, ku piştgirîya komên opozisyonê dike, li ser agirbestekê li hev kiribû ku dawî li şer bînin ku bi milyonan sûrî koçber kiribû.

HTŞ nêzî Helebê dibe

Artêşa Sûriyê di yekemîn daxuyaniya xwe ya piştî operasyonê de diyar kir ku “derbên giran li terorîstan dane ku li eniyeke berfireh êrîş dikin.”

Artêşa Sûriyê got ku ew bi Rûsyayê re û “hêzên dost” yên ku navên wan nehatiye eşkerekirin ji bo vegerandina axê û vegerandina bo rewşa berê hevkariyê dikin.

Jêderekî artêşê got ku serhildêr bi pêş ve diçin ber bi deverên bi 10 kîlometran dûrî derûdora bajarê Helebê û çend kîlometran ji Nubl û Zehra, du bajarokên Şîa, ku Hizbullaha lubnanî ya ku Îran piştgiriya wan dike.

Opozisyonê êrîşî Balafirgeha El-Neyrabê kir ku li rojhilatê Helebê navenda milîsên alîgirên Îranê lê hene.

“Di pevçûnan de zêdetirî 180 kes mirine”

Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ku bingeh li Brîtanyayê ye, îro doh di daxuyaniyekê de ragihand ku di şer û pevçûnên navbera artêş û HTŞê de 121 serhildêr, 102 endamên HTŞ û 19 endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî hatine kuştin.

Li gorî SOHRê, 61 kes ji hêzên rejîmê û grûpên milîs ên girêdayî wê mirine. Hat destnîşankirin ku di nav van kesan de 6 milîsên ku Îran piştgirîya wan dike jî hene.

Nûçegihanê AFPê ragihand ku ji sibeha çarşemê ve şer û pevçûnên tund û berdewam li rojhilatê bajarê Idlîbê diqewimin,î û balafir jî di pevçûnan de beşdar bûne.

Di daxuyaniya SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê de ku bi ser artêşa Esed ve ye, hat gotin ku “Rêxistinên terorîst ên çekdar ên ku di bin navê “Eniya terorîst a Nusrayê” de li parêzgehên Heleb û Idlîbê hatine organîzekirin, roja çarşemê ji eniyeke berfireh êrîşeke mezin li dar xistine.”

SOHRê ragihand ku HTŞ li parêzgeha Idlibê bi pêş ve çûye û Dadîx, Kefr Batih û Şêx Elî kontrol kiriye piştî pevçûnên dijwar bi hêzên rêjîmê re ku piştgiriya asmanî ya rûsî werdigire.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gund ji ber ku nêzî rêya navneteweyî ya M5ê ne xwedî girîngiyeke stratejîk in.” Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku komên ku beriya niha du cihên din xistine bin kontrola xwe û hewl dane ku rêya navdewletî ya Heleb-Şamê qut bikin.

Daxuyaniya çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê 

Çavkaniyên ewlekariyê yên Tirkiyê doh ragihand ku opozîsyonê destpêkê dest bi operasyoneke sînordar kir piştî êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê, piştre jî operasyon berfirehtir kir piştî ku hêzên hikûmetê çeperên xwe terikandin.

Çavkaniyên Tirkiyê diyar kir ku liv û tevgera opozîsyonê di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Idlîbê de maye ku di sala 2019an de di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ji bo kêmkirina rageşiya di navbera opozîsyon û hêzên hikûmetê de lihevhatin pêk hatibû.

Çavkaniyekî ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku Tirkiye geşedanên li bakurê Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne û ji bo ewlehiya leşkerên Tirkiyê li herêmê li tedbîran digire.

Jêderên ji Enqerê radigihînin ku êrîşên esmanî yên Rûsya û êrîşên bejayî yên rejîma Sûriyê li ser herêma Idlîbê ya bi ser Tirkiyê ve di dema dawî de tundtir bûne. Wî diyar kir ku piştî van êrîşan komên opozisyona Sûriyê operasyoneke sînordar li ser rêya Helebê daye destpêkirin li dijî navçeyên ku gule ji wan dihatin.

Çavkaniyan wekî din diyar kir ku Tirkiye heta niha rê li ber van operasiyonên grûpên opozisyonê girtiye da ku aloziya li deverê zêde nebe ji ber êrîşên Îsraîlê.

Heyet Tehrîr El-Şam ku ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve weke rêxistineke terorîst tê naskirin, ev demeke dirêj e bûye armanca êrîşên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsyayê.

HTŞ bi komên serhildêr ên serekî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin hevrikiyê dike, ku piraniya axa li ser sînorê Tirkiyê kontrol dikin.