Balafirên Rûsyayê li dijî Tirkiyê destekê dan Sûriyê
PeyamaKurd- Li Idlibê her diçe şer û pevçûn germ dibe. Piştî muxalefet dest bi operasyonê kir, Rûsya Tirkiyê tehdîd kir û bi balafirên xwe destekê da hêzên rejîmê. Muxalefet bi desteka Tirkiyê gundê Neraîbê ku bi ser navçeya Serakibê ve ye, ji destê Sûriyê derxist.
Medya Tirkiyê dibêje ku muxalefet bi topan li hedefên rejîmê xistiye û di bejayiyê de pêşde diçe. Di êrîşan de 5 tank, 2 erebeyên zirxî,2 pîkabên sîlihkirî, topekî obusê îmha kirine û tankekî xistine destê xwe. Di heman êrîşan de 50 kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin.
Şer û pevçûnên her dû aliyan dewam dike. Nayreb ji 3 yê sibatê de ketibû destê rejîma Sûriyê. Muxalefet û Tirkiye piştî Nayrebê, dixwazin navçeya Serakibê bixin destê xwe ji ber li ser rêya Şam, Heleb û Lazkiyê ye û rêya M4 û M5 ê bi hevre girêdide. Ciyeka stratejîk e.
Li ser van bûyeran Rûsya ragihand ku ev ne cara yekeme Tirkiye destekê dide mîlîtanan û Tirkiyê dawet dikin da destekê nedin kiryarên terorîstan û sewqiyata sîlihan bo bidin rawestandin. Hem Rûsya dibêje ku bila Tirkiye jibîr neke ku ew li ser axa dewleta Sûriyê ye û mafê hukumraniyê ya dewleta Sûriyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin