Ji Rûsyayê soza bo HSDê: Li dijî Tirkiyê berxwe bidin, em ê ji bo rizgarkirina Serê Kaniyê û Girê Spî alîkariyê bidin!

12 June 2022 13:08 0 dîtin
Ji Rûsyayê soza bo HSDê: Li dijî Tirkiyê berxwe bidin, em ê ji bo rizgarkirina Serê Kaniyê û Girê Spî alîkariyê bidin!

PeyamaKurd – Li demeke ku Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve amadekariyên operasyona ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî li ser Minbiç û Til Rifatê zêde kirine de, şandeke Rûsyayê li Hesekê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Li gorî nûçeya K24ê jêderên nefermî ragihandine ku şanda Rûsî di civînê de ji HSDê xwestiye ku ew li hember êrîşên Tirkiyê li ber xwe bidin û ew ê jî ji bo wan navçeyên ku berî du salan ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin (Girê Spî, Serê Kaniyê) vegerînin, alîkariya wan bikin.

Herwiha di civînê de HSDê jî daxwaz ji Rûsyayê kiriye, qada asmanî ya Sûriyê ji balafirên Tirkiyê re bigirin û venekin.

Hefteya borî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Enqerê di civîna rojnamevanî de HSD wekî hêzeke nerewa bi nav kiribû û behsa bicihkirina rêkeftina Soçiyê ya ligel Tirkiyê kiribû ku li gorî wê rawestandina operasyonên leşkerî û avakirina herêmeke bêçek li xwe digire.

Di heman roja serdana Lavrov bo Enqerê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê li baregaha HSDê ya li Hesekê, ligel şandeke Rûsî civiyabû û gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hatibûn guftûgokirin.

Du roj berê jî Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke ligel kanala RT a Rûsî de gotibû, Sûriye li ser asta fermî û cemawerî dê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibe.

Beriya vê daxuyaniya Esed jî artêşa Sûriyê hêz ji bo Minbic û Til Rifet şandiye û firîn û tevgera helîkopterên Rûsî jî li asmanê Til Rifetê zêde bûye.