Balyozê Ukraynayê daxwaz kir welatiyê Tirkiyê li dijî Rûsyayê xwedî helwêst bin
PeyamaKurd – Balyozê Ukraynayê yê Enqerê Vasyl Bodnar, îro di beşdariya xwepêşandana dijî Rusyayê de, daxwaza alîkariyê ji bo welatiyê Ukraynayê kir.
Balyozê Ukraynayê Vasyl Bodnar diyar kir, ev şer ne tenê şerekî dijî Ukraynayê hatiye despêkirin, lê şerê cîhanî yê sêyem e. Herwiha ji welatiyê Tirkiyê xwest ku dijî Rûsyayê xwedî helwêst bin û alîkariyê bidin welatiyê Ukraynayê.
Vasyl Bodnar eşkere kir: “Berfirehnebûn û belavnebûna vî şerî li welatên din di destê we û hemû cîhanê deye. Îro em hemû divê li dijî dewleta êrişkar Ukraynayê biparêzin. Ez ji we daxwaz dikim serdana Rusyayê nekin, berhemên wan nekirin. Êdî ew ji bo me ne dewleteke, tenê cihê tawanbar û qatîlan e. Bi sedan sal e êrişî cîranên xwe dikin û welatên wan dagir dikin û em îro li dijî wan radiwestin.”
Bodnar herwiha spasiya Tirkiyê kir û destnîşan kir: “Îro alîkariyên destpêkê yên mirovî gihîştin Ukrayna û di nav çend rojên pêş de em ê hesabekî vekin bo kesên bi taybet bixwazin alîkariyê bişînin ji wan kesên li Ukraynayê re ku ji ber şer zerar dîtine. Alîkariyê bidin Ukraynayê û welatê êrîşker wek tune ye hesab bikin. Her bijî Ukrayna.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin