Balafirên Rûsyayê çekdarên giredayî Tirkiyê bombebaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê Su-34an li Idlibê çeperên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bombebaran kirin ku derbarê ziyanan de ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Li gorî ragihandina SOHRê di demên dawî de bombebaranên ser komên çekdar zêde bûne û hêzên rejîmê jî tevgera xwe li wan herêman zêde kiriye.
Li gorî nûçeya malpera Bulgarian Militaryê jî pispor dibêjin, sedema êrîşên rûsî ji ber astengiyên Tirkiye ji bo derketina sivîlan derdixe têne kirin ku niha Rûsya û rejîma Sûriyê dixwazin çekdar rê li ber sivîlan vekin daku biçin cihên ewle û bandora êrîşan li ser wan çênebe.
Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsî li Sûriyê doh dabû xuyakirin ku heta îstiqrar li herêmê çênebe wê her sê dergehên çûnûhatinê yên li Idlibê girtî bimînin û diyar kiribû, çekdar rê nadin welatiyên li herêmên jêr kontrola wan di korîdora hatiye vekirin de derbas bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin