Rûsyayê kontrolkirina Seraqîbê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve red kir
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê îro 27ê Sibatê ragihandibû ku bajarokê Seraqib yê Idlibê careke din ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve.
Herwiha çavkaniyên opozîsyona Sûriyê jî belav kirin ku îro piştî şerekî giran di navbera çekdaran û artêşa Sûriyê de, çekdaran kariye careke din bajarokê Seraqibê kontrol bikin.
Piştî belavbûna vê nûçeyê ji aliyê Rûsyayê ve çavkaniyên leşkerî ji medya Rûsî re ragihandin ku îdiayên kontrolkirina Seraqîbê ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve nerast e û êrîşa wan hatiye pûçkirin.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, berî 3 hefteyan riya navdewletî M 5 û bajarokê Seraqibê xistibû bin kontrol xwe û hîn jî pêşveçûna xwe li Idlibê berdewam dike ku hejmarek xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê jî hatine dorpêçkirin.
Herî dawî Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye ku 2 leşkerên wan bi êrîşeke asmanî hatine kuştin û doh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ji bo vekişîna hêzên rejîmê mohlet dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin