Rûsyayê balafirên nû yên cûreya MiG 31K sand Sûriyê

16 February 2022 10:59 0 dîtin
Rûsyayê balafirên nû yên cûreya MiG 31K sand Sûriyê

PeyamaKurd Rûsyayê, ji bo rahênanên serbazî yên deryayî, balafirên nû yên cûreya MiG 31K şand Sûriyê.

Li gor Wezareta Berevaniya Rûsya diyar kir, ji bo rahênanên serbazî yên deryayî, wan balafirên nû yên ji cûreya “MiG 31K” şandine Sûriyê.

Wezareta Berevaniya Rûsya eşkere kir, şandina van balafirên serbazî, ji ber hebûna komên asmanî yên girêdayî NATO li herêma Derya Naverast li baregeha Himêmîm hatine bicihkirin û wê beşdarî rahênanên serbazî yên Rûsya li rojhilatê derya Naverast bibin.

Hêjayî gotinê ye, berî niha jî komên balafir-hilgirên girêdayî NATO li gel gemiyên êrîşkar, li Derya Naverast bi cih bûne û Rûsya ew balafirên şer ên nû ji ber wê yekê şandine Sûriyê.

Herwiha ji aliyê din ve, Serokê Sûriyê Beşar Esed li Şamê pêşwazî Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û şandeke pilebilind a leşkerî ya ligel wî kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu di civînê de behsa hevkariyên di navbera artêşa Rûsya û Sûriyê de bi taybetî “di warê şerê dijî terorê de” kir.