Al Mayadeen: Rûsyayê, cebilxane û balafirên ser sandin Sûriyeyê
PeyamaKurd-Çavkaniyên Rûs ên ku ji Al Mayadeenê re axivîn, ragihand ku ji bo Rûsya hebûna xwe ya li herêmê bihêz bike, balafirên şer û helîkopter şandine Sûriyeyê.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Îranê spartiye malpeya nûçeyan a Al Mayadeenê, piştî daxuyaniya Tirkiyeyê ya dibe ku li dijî Sûriyeyê operasyonekê li dar bixe, Rûsyayê cebilxaneyên giran ên leşkerî, balafirên şer û helîkopter şandine Yekîneya leşkerî ya Qamişloyê.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî bi rêya çapemeniya Rûsyayê ya Russia Today (RT)yê, di derbarê hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir. Lavrov da zanîn ku ew wekî Rûsya, li ser daxwaza rewa ya Serokê Dewleta Sûriyeyê li wê derê ne û ew, li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî, biryara zagona 2254an a Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bi cih tînin. Lavrov da zanîn ku ew ê bi vî awayî bidomînin û ew ê piştgiriya rêveberiya Sûriyeyê bikin heta ku ew, temamî axa xwe bi dest dixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin