Amerîka: “Êrîsa Kirmanê DEAS a Xorasanê kir û di destê me de agahiyan zelal hene”

06 January 2024 22:48 0 dîtin
Amerîka: “Êrîsa Kirmanê DEAS a Xorasanê kir û di destê me de agahiyan zelal hene”

PeyamaKurd – Îstîxbaratên Amerîkayê ragihandin ku êrîşa li Îranê ya Kirmanê ji aliyê İŞİDê de ji aliyê şaxa wan ya Afganistanê (Xorasan) de hatiye kirin û di destê wan de agahiyên gelek zelal hene.

İŞİD-H dibêje ji bo xîlafet li Afganistan, Pakistan û welatên Asya Navîn de belav bibe têdikoşe û Şîayan weka murted dibîne.

Çavkaniyekî îstîxbarata Amerîkayê ji bo ajansa Reutersê gotiye ku îstîxbarata wan tesbît kiriye ku êrîş ji terefê İŞİDa Afganistanê de hatiye kirin. Agahiya wan zelale û nayê niqaşkirin.

Çavkaniya îstîxbarata dinê dibêje ku li tora danûsitendina İŞİDê guhdarî kirine û agahiyan bi dest xistine lê behsa hûrahiya mijarê nekiriye.