Serkonsula Amerîka ya Bexdayê: DEAS xwe ji bo serekî li Sûriyê amade dike
PeyamaKurd – Serkonsila nû ya Amerîkayê ya Bexdayê Alina L. Romanowski ragihand ku rêxistina terorê DEAŞ li Sûriyê ji bo şerekî duyem xwe amade dike û tehdîda DEAŞ ê dewam dike. Alina L. Romanowski ragihandina xwe ji bo ajansa fermî ya Iraqê kir û got wê têkiliya ewlehiyê ya navbera Amerîka û Iraqê di mijara perwerda artêşa Iraqê, temîna techîzatan ji bo artêşê û pêşniyarên ewlehiyê dê di çarçoveya peymanekî stratejîk de be.
Romanowski ragihand ku ew 5 hefteye bilez dixebite, rêvebirên Iraqê wê bi rizamendî pêşwazî kirine û axaftina xwe weha dewam kir:
“Mijara bingehîn, di rêya lihevkirina stratejîk de em destekê bidin hevkarê xwe û bi vê peymanê bikaranîna erka leşkerî dadigere ser şêwrimendiyê û baştir bikêr tê. Hedefa bingehîn ya Amerîka ya li Iraqê ew e ku DEAŞ li bakûrê Sûriye cara duyem xwe çekdar dike û hedef îmhakirina wê ye. Em ê her gav vêya jibîr nekin.
Em bi dilxweşî dibînin ku Iraq ji Sûriyê jin û zarokan paşde dişîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin