Putin: Amerîka dixwaze dinyayê razî bike ku êrîsa Moskovayê DEASê kiriye

25 March 2024 23:30 0 dîtin
Putin: Amerîka dixwaze dinyayê razî bike ku êrîsa Moskovayê DEASê kiriye

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku Amerîka dixwaze dinyayê razî bike ku DEAŞê êrîşa Moskovayê kiriye û ti nîşan tine ku Kîev bûyerê kiriye.

Serokê Rûsyayê Putin li ser pêşdeçûnên dawiyê yên rûdana Moskovayê bi hukumet û rayedarên herêmê re bi îstîxbarat û hêzên asayîşê re civînekî kir. Putin ji wan agahiyên dawiyê xwest. Putin got ku divê lêpirsîn bê teref bimeşe û weha got:

“Em dizanin ev sûc ji terefê Îslamên redîkal de hat kirin ku bi sed salaye alema Îslamê bi wan re têdikoşe. Lê em dibînin ku li gor agahiyên îstîxbarata Amerîkayê, dixwaze di rêya kanalên xwe û welatên hevkarên xwe de dinyayê razî bike ku ti nîşan di bûyerê de tinene ku Kiev di nav vê meselê de ye. Dibêje tenê ew kesên li Moskovayê hatine girtin yên DEAŞê ne û ew kirine. Em dizanin vê zilma han li hemberê Rûsyayê û xelkê wê bi destê kî hatiye kirin. Kî sîparîşê daye em dizanin.”

Piştî xebata îstîxbaratî û asayişê ya hevpar, me bersiva gelek pirsan girtiye û gelo grûbên redîkal di Rojhilata Navîn de ku Rûsya dixwaze pirsgirêk adilane çareser bibin, ew grûb bi êrîşa ser Rûsyayê re eleqedar dibin an na? Putin got:

“Çawa dibe ew kesên ji xwe re dibêjin Misilmanên saf û dîndarin û hem di baweriya xwe de redîkalin, di meha pîroz ya Remezanê de zilmê dikin û sûcan dikin? Ev êrîşa terorî dibe ku kiryarên hêzên li hemberê Rûsyayê şer dikjin yê wan be. Ev êrîş tenê ji bo çavtirsandina me ye.”