Dijeterora Kurdistanê: Sehîdkirina Emîn Îsa berdewama kiryarên dijmirovî yên PKKê ye

01 July 2021 17:25 0 dîtin
Dijeterora Kurdistanê: Sehîdkirina Emîn Îsa berdewama kiryarên dijmirovî yên PKKê ye

PeyamaKurd - Dezgeha Dijeterora Kurdistanê li ser şehîdkirina Emîn Îsa di bin îşkenceyê de li girtîgeheke Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û bûyer bi tundî şermezar kir.

Dijeterora Kurdistanê ragihand, “Şehîdkirina Emîn Îsa di bin îşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK'ê ye.”

Dezgeha Dijeterora Kurdistanê derbarê şehîdkirina endamê PDK-Sê Emîn Îsa di zîndanên PYDê de di bin îşkenceyê de daxuyaniyek li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir.

Di daxuyaniyê de hat: “Şehîdkirina Emîn Îse di bin îşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK'ê ye.”

Dijeterora Kurdistanê got: “PKK wek pîşeyê xwe yê her tim, li her derê hest bi desthilat û xwesepandinê bike, dûrî yasayê û urfên mirovatiyê, ji bilî xwe rê nade ti bîr û hizrên din.”

Dijeterorê diyar kir: “Desteserkirin, îşkencedan û şehîdkirina Emîn Îsa ji aliyê PYDê ve ku dirêjahiya PKKê ye û şermezarkirina vê tawanê ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ve, wê rastiyê tekez dike ku PKK û PYD wek du rûyên diravekî ne, ji bilî hêzeke dijmirovahî, radîkal, takperestî, xwespandin û dij-Kurdistanê, tiştekî wan ê din nîne.”

Emîn Îsa Elî ku endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê bû, roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî dibêje, Emîn di bin îşkenceyeke tund de hatiye kuştin û rapora pizîşkî jî hatibû belavkirin.

Emîn Îsa Elî ji dayikbûna sala 1986an e û ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê ye û bavê 2 zarokan e.