Fermandarê Lîwaya 18an a Pêsmergeyan Salih Zirarî sehîd ket

26 October 2023 11:13 0 dîtin
Fermandarê Lîwaya 18an a Pêsmergeyan Salih Zirarî sehîd ket

PeyamaKurd – Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî yê ku di şerê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de birîndar bûbû, şehîd ket.

Li Mexmûrê 22yê ve mehê di saet 16:00an de di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer derket.

Weke tê zanîn, di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Herwiha Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî jî di vî şerî de birîndar bûbû.

Li gor zanyariyan, Salih Zirarî vê sibehê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ket.

Hêjayî bibîrxistinê ye, PKKê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Iraqê kirin. Herwiha yekşama borî li ser van xalên kontrolê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer derket. Wezareta Pêşmergeyan diya kiribû, ev şer û pevçûnên li Mexmûre “xemnak” in û ji her du aliyan qurbanî hene.