Fermandarê Hêza Êzdîxanê: Ne karê xelkê Singalê ye serê hikûmeta Iraqê bike

04 May 2022 10:33 0 dîtin
Fermandarê Hêza Êzdîxanê: Ne karê xelkê Singalê ye serê hikûmeta Iraqê bike

PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo di derbarê rewşa Şingalê de diyar kir, ne karê xelkê Şingalê ye şerê hikûmeta Iraqê bike û plana PKKê nakeve xizmeta Şingal û gelê wê de.

Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo da zanîn,, karê baş e ew e ku şer û pevçûn li Şingalê dirust nebe û xurt û keçên Şingalê şer li dijî artêşa Iraqê nekin.

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Wek miletê Êzîdî, ne karê me ye em şer li hember hikûmeta Iraqê bikin. Bexda û civaka navdewletî ji bo têkbirina DAIŞê gelekî hevkariya me kirin. Nabe xort û keçên Şingalê biçin nava rêzên PKKê şer li dijî wan bikin.”

Heyder Şeşo destnîşan kir: “Hêvîdar in ew çekdarên li Şingalê mane, xwe radestî hikûmeta Iraqê bikin, ji ber ku plana PKKê nakeve xizmeta Şingal û gelê wê de.”

Herî dawî got: “PKK û hevkarên wê kar ji bo têkbirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, dikin. Xelkê Şingalê jî dixwaze rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin û ev yek jî di hilbijartinên dawiyê de diyar bû.