Sêwirmendê Barzanî: Iraq razî bûye Kurdistan îsal jî bi serê xwe petrola xwe bifrose
PeyamaKurd - Şêwirmendekî Serok Mesûd Barzanî dibêje, hikûmeta Iraqê rrazî bûye ku hikûmeta Kurdistanê îsal jî bi serê xwe petrolê bifroşe, paşê her du alî li ser dîtina çareyekê rêk bikevin.
Endamê berê parlementoya Iraqê û şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyder li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ji medya kurdistanê re gotiye, piştî ku kabîneya nû pêk hat yek ji karên pêşiya wê ew e ku bi Bexdayê re li ser dosyeya petrolê dest bi hevdtînan bike da ku çareyek guncaw bo wê meselê were dîtin.
“BEXDA RAZÎ BÛYE KU PETROLA XWE BI SERÊ XWE BIFROŞE“
Mesûd Heyder her wiha gotiye, ji xwe her kes dizane ku Herêma Kurdistanê tuşî kirîzeka kûr ya aborî û darayî bûye. Ew jî ji ber wê bû ku bûdceya Kurdistanê hat qutkirin, şerê DAIŞê hat pêş. Hikûmeta Kurdistanê gelekî tengav bû. Ji ber wê jî pêwîst e herî kêm îsal jî Herêma Kurdistanê bi serê xwe petrolê bifroşe da ku bikaribe mûçeyên karmendan bide, pirojeyên ku di nivî de mane, xilas bike û deynên şîrketên petrolê bide. Helbet Bexda rizamendî li ser vê yekê nîşan daye, ev jî tiştekî baş û pozîtîf e.
“JI BO KU REWŞA ABORÎ YA KURDISTANÊ NORMAL BIBE HERÎ KÊM SALANE PÊWÎSTÎ BI 13 MILYAR DOLAR HEYE“
Şêwirmendê Serok Barzanî daye xuyakirin, ji bo ku rewşa aborî ya Kurdistanê normal bibe herî kêm salane pêwîstî bi 13 milyar dolar heye. Piştî ku rewş normal bû hingê hikûmeta Kurdistanê dikare bi dilekî asûde bi Bexdayê re dest bi hevdîtinan bike li ser dosyeya petrolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin