Banga Nêçîrvan Barzanî: Nehêlin bûyerên Iraqê ji bin kontrolê derên
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew bûyerên li Iraqê bi endîşe dişopînin û divê îznê nedin ku bûyer ji kontrolê derkevin. Barzanî li ser bûyerên li Bexdayê daxwuyanî da û weha got:
“Em pêşdeçûnên li Bexdayê û deverên din ji nêz de û bi endîşe dişopînin. Banga me li temamê terefan ew e ku îznê nedin bûyer ji bin kontrola wan derên. Çalakiyên aştiyane mafê destûriye lê protestoyên di dezgeyên dewletê de û berlêgirtina dezgeyan ti pirsgirêkekî çareser nake. Bi eksa wê rewşê bêhtir aloztir dike.
Divê hêzên asayîşê bi hezir bersiva protestoyan bidin, nehêlin rewşa hêzên asayîşê xerab bibe û ber li candayînê bigrin.
Ji bo Iraq ji vê rewşê rizgar bibe, divê herkes bi hevre hevkariyê bike. Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê weka her carê divê terefên Iraqê çareseriyê bikin û ji bo çareseriyan em amade ne bi wan re hevkariyê bikin. Ji ber wê, em bang li Iraqiyan dikin ku werin li Hewlêrê hevdîtinan bikin û ji bo rewşa heyî çareser bikin, niqaşên ji dil bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin