Terefên siyasî yên Iraqê bi erênî banga Nêçîrvan Barzanî qebûl kirin

02 August 2022 00:48 0 dîtin
Terefên siyasî yên Iraqê bi erênî banga Nêçîrvan Barzanî qebûl kirin

PeyamaKurd – Li Iraqê du hêzên mezin yên Çarçoveya Koalîsyona Şî’a û Tevgera Sadr di van hefteyên dawiyê de ketine pêşberên hev û xwepêşandanan dikin. Li ser mijarê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang li terefan kiribû ku pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê de şareser bikin û pirsgirêkên xwe li Hewlêrê çareser bikin. Ev hat vateya eger terefên siyasî diyalogê qebûl bikin, Kurd ji bo hevdîtinan wan dawetî Herêma Kurdistanê payîtext Hewlêrê dikin.

Barzanî di van rojan de li aliyekî sed termên enfalkiriyên Barzaniyan dispêrin xakê û li aliyekî di navbera terefên siyasî yên Ereb de navbeynkariyê dikin. Ji terefên siyasî yên Bexdayê ji bo banga Barzanî bersivên erênî hatin dayîn.

Barzanî di 31 ê tîrmehê de gotibû ku ji pêşdeçûnên li Iraqê bi endîşe ye û bila terefên siyasî herin Hewlêrê û dest bi diyalogan bikin. Barzanî gotibû ku Kurd dixwazin bibin perçeyekî ji çareseriya siyasî ya Iraqê.

Piraniya pêkhateyên tevgera Çarçoveya Koordînasyonê destekê didin banga Barzanî û Tevgera Sadr weka ‘noqteya destpêkê’ bi erênî bersiva Kurdan da.

Çarçoveya Koordînasyonê: Em ji bo her çareseriyê amade ne

Çarçoveya Koordînasyonê ku di siyaseta xwe de nêzî Îranê ne û hetta bi devê Îranê tevidgerin, berdevkê hereketê Ahmed el Esadî di ser hesabê xwe yê Twitterê de bersiva daweta serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da û got ku ew dawetê bi erênî pêşwazî dikin û weha dewam kir:

“Ji bo çareseriya krîza heyî, ew ji bo her çareseriya ku berjewendiyên xelkê Iraqê bide ber çav û di çarçoveya rewa ya destûrê de amade ne ku krîzê çareser bikin.

Dewleta Qanûn an Yasayî: Ji bo tevlî civîneka weha nebin, ti sedem tineye

Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el- Malikî serpereştiya vê tevgerê dike, ragihand ku ew destekê dide hewlên Barzanî. Parlementerê grûba Dewleta Qanûnî Saîd Cibûrî ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Em temamê hewlên samîmî û baş destek dikin. Eger niyet baş be, wê hewldan biserbikevin. Ti sedem tine ku mirov tevlî civîneka weha nebe.”

Kolaîsyona Fetih: Nêçîrvan Barzanî weka terefê sêyem dikare Şî’ayan bîne cem hev.

Koalîsyona Fetih ya di bin serereştiya Hadî Amîrî de, yek ji pêkhateyên Çarçoveya Koordînasyonê ye. Di heman wextê de têkiliyên Amîrî bi Muqteda es-Sadr re gelek başin. Di 29 ê tîrmehê de ji bo gengeşe bi dawî bibin bang kiribû.

Parlementerê Koalîsyona Fetih Întîsar Cezaîrî ji bo Rûdawê gotiye:

“Hewla Nêçîrvan Barzanî ji bo ber li xwînrêtinê bigre gelek başe. Divê terefên siyasî guh bidin vê bangê û li Hewlêrê bicivin. Di wextekî ku Şî’a liber hevin ku şer bikin, pêdivî bi terefekî sêyem heye ku wan bîne cem hev. Ji bo vê jî navê herî baş Nêçîrvan Barzanî ye. Civîneka li Hewlêrê ji bo ber li şerî bigrin dibe ku bibe çareseriya pevçûnan.”

Tevgera Netewî ya Hîkmet: Divê PDK ji bo diyalogê Sadr razî bike

Endamê Komîta Rêvebiriya Tevgera Netewî ya Hîkmetê ku tevger di bin serpereştiya Ammar el- Hekîm de ye, Ahmed Îsawî ragihand ku ew destekê didin hewlên Nêçîrvan Barzanî. Îsawî got ku li Iraqê demokrasî û xelk di talûkê de ye û girînge ku PDK Muqteda es-Sadr razî bike da li ser masa diyalogê rûnê.

Tevgera Sadr: Muqteda es-Sadr destekê dide banga Barzanî

Tevgera Sadr terefê herî mezine ku destekê da banga Nêçîrvan Barzanî. Parlementerê berê yê grûba Sadr Cewad Mûzanî ji bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Ji bo çareseriya rewşa heyî, her hewla bêkirin, ji aliyê Tevgera Sadr de bi rizamendî tê pêşwazîkirin. Em bawer dikin ku hewldan ji aliyê rakirina gendeliyê ji holê û kesên tevlî ruşwetan bûne, wan ji ser kar bigrin, dikare bibe ‘noqteya destpêkê’.

Koalîsyoan Nasr: Hewldan girînge lê çareserî girîngtire

Berdevkê Koalîsyona serokwezîrê berê yê Haydar Abadî ku Abadî serpereştiya tevgerê dike, Ahmed Wendî jî weha got:

“Em banga Nêçîrvan Barzanî destek dikin. Ji bo vê jî em sipas dikin. Lê ya girîng ew e ku çareseriyê deynin ortê. Divê temamê lîderên siyasî ji bo Iraqê ji krîzê derxin ji destê wan çi were bikin.”

Koalîsyona Nasr ku yek ji pêkhateyên Çarçova Koalîsyonê ye, berê teklîfa navbeynkariyê kiribû.

Tevgera Babîlon ya Xîrîstiyanan: Em ji bangê gelek razî ne

Tevgera Babilon ya Xîrîstiyanan ya di bin serokatiya Reyan el-Keldanî de ye û di parlementoyê de 4 parlementerên wan hene. El-Keldanî ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Em hewla serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo krîzê çareser bike û agirê heye vemirîne, em pê gelek kêfxweşin. Ev hewldana Nêçîrvan Barzanî nîşan dide ku xema ewlehiya Iraqê dixwe û xebata wî ya ji bo aştiyê pêkbîne, nîşan dide ku ji bo Iraqê di endîşeyê de ye.”