Mesrûr Barzanî: Ji bo hikûmeta Iraqê derfeta ku bê cudahî xizmetê bike çêbûye

30 October 2022 16:39 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Ji bo hikûmeta Iraqê derfeta ku bê cudahî xizmetê bike çêbûye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 30yê Cotmehê, li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Kanada yê Iraqê Gregory Galligan kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, guftûgo li ser rewşa giştî ya Iraqê piştî pêkanîna hikûmeta nû û pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê hatiye kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî daye zanîn, piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, derfetek ji hikûmetê re derketiye ku bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyan bike.

Serokwezîr Barzanî daye zanîn, divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi awayekî bingehîn û li ser binemaya destûrê û li gorî prensîbên hevbeşî û hevsengî û lihevkirinê yên rasteqîne bên çareserkirin.

Di hevdîtinê de, Balyozê Kanadayê pesnê çeksaziyên Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û çûna ber bi hikumraniya elektronîk ve bilind nirxand û amadehiya welatê xwe ji bo pêşkêşkirina her alîkariyeke pêwîst nîşan da.

Herwiha di civînê de, girîngiya parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî û jinavbirina hemû kiryarên terorîstî û bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser jiyana xelkê, hatin guftûgokirin.