Sêwirmendê Asayîsa Iraqê: Hebûna PKKê bûye sedema aloziyê bi welatên cîran re
PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî got, hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bûye sedema alozbûna pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran re.
Qasim Arecî ji K24ê re daye xuyakirin: “Bêguman Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û ev yek nayê qebûlkirin. Bexda bi riya diyalogê û bi riya Wezarera Derve ya Iraqê re kar ji bo çareserkirina van pirsgirêkên bi Enqerê re dike.”
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê got: “Hebûna PKKê li ser xaka Iraqê ne yasayî û ne rewa ye. Hebûna wan bûye sedema alozbûna pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran re. Destûra Iraqê rê nade ti hêzeke çekdar ji xaka Iraqê ve ziyanê bigihîne welatên cîran.”
Qasim Arecî hêvî xwest ku pirsgirêkên bi Enqerê re werin çareserkirin û pêwendiyên wan baştir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin